QSD: Dewleta Tirk sivîlan dike armanc

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ku agirbestê binpê dike careke din êrîşî herêmên Zirgan û Girê Spî kir.
QSD’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrîşên dagirkeriyê de 2 şervanên wan şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama binpêkirina agirbestê ya 24 saetên dawî ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê pêk hatiye eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

Li Eniya Zirganê artêşa dagirker û çeteyên wê, di bin parastina balafirên bê mirov de hewl dan êrîşî gundê Til el-Werid bikin.

Her wiha çeteyan tevgera xwe ya li gundê Ûm Xeşeba jî zêde kirin.

Li eniya Ayn Îsa, artêşa dagirker bi çekên giran herêma Ebû Sira ya sivîl lê dijîn topbaran kir.

Çeteyan li gundên Cirn û Xirbet Faris jî hewildan dagirkeriya xwe berfireh bikin.

QSD’ê dazanîn ku di encama êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de 2 şervan şehîd bûne.

Leave a Reply

Back to top button