Desteya Aborî serjimariya zirarên şer eşkere kir

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser rêjeya zirarên aborî yên di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de rû dane eşkere kir.

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhjilatê Sûrî bi beşdarbûna bi dehan saziyên
Rêberiya Xweser li pêşiya NY’yê ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Hevseroka Koperatîfan Nebîla Mihemed serjimariya zirerên aborî ku di encama êrişên artêşa Tirk rû dane eşker kir.

Ji 9 Cotmehê û heta 5 Mijdara 2019’an rûbera çandiniyê li Girê Spî nêzî 4 Milyon û 750 hezar donim e û li Serêkaniyê nêzî 1 Milyonek û 440 hezar donim e.

Depoyên li herêmên ku hatine dagirkirin û hejmareyên di depoyan de ku hemû hatin dîzîn û talankirin ev in:

*Depoya Dihlîz li Girê Spî; tê de 700 ton genim û 21 hezar ton ceh hebû,

*Depoya Sexîrat li Girê Spî; 11 hezar û 700 ton genim lê hebû.

*Tovê dermankirî li Girê Spî; 800 ton,

*Deboya Aliya; tê de 15 hezar ton genim hebû,

*Depoyên El-Sefih; lê 9 hezar ton genim hebû,

*Depoyên Mebrûka; hezar û 500 ton genim ku ji bo tov hatibû amade kirin,

*Cehê li depoyên El-Sefih û Mebrûka; 12 hezar ton ceh.

Hejmara giştî ya genimê li depoyan li herêma Serê kaniyê û Girê Spî 42 hezar û 700 ton e û tevî vê 2 hezar û 300 ton jî tevo hebû.

Hejmara giştî ya cehê li Serêkaniyê û Girê Spî jî 33 hezar ton bû.

Ji aliyê din ve pembûyên li Serêkaniyê yên di depoya El-Sefih de hate dizîn 2 hezar û 600 ton e.

Li herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê 3 hezar û 200 ton semad jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate dizîn.

Hejmara giştî ya sewaldariyê ku li herêma Serê kaniyê û Girê Spî hate dizîn 278 hezar û 370 hezar serî pez e.

Dikanên bazirganiyê û sîna ku li herêma Serê kaniyê û Girê Spî hatin dizîn nêzî 700 hezar dikan e.

Ji van 300 pîşesazî, 57 yên bazarê û yên din jî giştî ne.

Li Serê Kaniyê hejmara dikanan hezar û 200 in û ji van 500 pîşesazî, 500 bazirganî û yên din jî giştî ne.

Hejmara firneyên li Serêkaniyê, 12 firne, li Girê Spî 17 ne, ev firne rojan e nêzî 400 ton ji ard dikirin nan.

Tevî vê 131 kargeh jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine talankirin.

Leave a Reply

Back to top button