Rejîma Îranê li dijî gel serketina xwe îlan kir

Îro 6 rojin li Îranê gel li dijî bihabûna nirxê benzînê li qadanin.
Di van êrîşan de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran jî birîndar bûn.
Rêveberên Îranê jî kuştin û birîndarbûna van xwepêşandêran ji xwere weke serkeftinekê ragihandin û gotin:
Me dijmin têk bir.

Li seranserê Îran û rojhilatê Kurdistanê ji 15’ê Mijdarê ve gel li dijî bihabûna nirxê benzînê di nava xwepêşandanan de ne.

Deshilata Îranê li cihê ku daxwazên gel bi cih binîne, careke din xwepêşandar tewanbar kirin û weke dijminê welat ragihandin.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di daxuyaniya li civîna Desteya Wezîran de axivî û xwepêşandêr jî weke dijmin binav kir.

Rûhanî got:

Em li dijî komployên dijminan bi serketin e.

Hijmara anarşîstên daketin kolanan kêm bû.

Ev anarşist bi rêxistinkirî û bi çek bûn.

Ev hêz û helwesta li herêmê komploya Siyonîst û Emereîkiyan e.

Serokê Rûhanî yê Îranê Ayetûllah Elî Xaminey jî doh gefa darvekirinê li xwepêşandêran xwaribû.

Xwepêşandanê Îranê ket roja xwe ya 6 emîn de, di van xwepêşandan de li gor rayedarên Îranê 5 kes mirine, 4 jê endamên ewlekariyê û yek jî sivîl e.

Rêxistina Efû’yê ya Navneteweyî jî ragihand ku di xwepêşandanan de 106 kesî jiyana xwe ji det daye.

Li gorî NY’yê jî bi dehan kes mirine.

Xwepêşandêr jî van jimaran red dikin û hêjmara kuştina bi zêdeyî 200 nîşan didin.

Leave a Reply

Back to top button