Li qundê Qah û nexweşxaneya Jinan li Idlibê 2 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn

Di encama hedefgirtina kampên Qah ya li gundewarê Idlibê û nexweşxaneya jinan a li nêzî sînorên lîwa Seknderon de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 jî birîndar bûn.

Hêzên Rejîmê kampên Qah û nexweşxaneya jinan a Qah li bakurê gundewarê Idlibê li nêzî sînorên bi Lîwa Seknderon re topbaran kirin.

Di encamê de agir bi konên koçberan ket.

Ji aliyekî din ve ambulans hîna birîndaran radikin nexweşxaneyên nêzîk.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşê de 2 jinan jiyana xwe ji dest dane û 10 jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button