Qiralê Siûdiyê: Em destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de red dikin

Qiralê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz teqez kir ku Siûdiyê destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de red dike û wê bi `Zêdegaviyek hovane li dijî serdestiya Sûriyê` wesifand.

Qiral Selman di xîtaba xwe de di roja yekemîn de ya dewreya heftan a meclisa el-şûra behsa kar û barên Sûriyê kir.

Qiral Selman got: “Em careke din helwesta xwe teqez dikin ku çareseriya siyasî ji bo parastina serdestiya Sûriyê û ewlehiya wê çareseriya tekane ye.”

Qiralê Siûdiyê destnîşan kir ku ew tişt piştî derxistina hêzên îranî û milîsên wê ji axa Sûriyê pêkan e.

Her wiha got: “Em careke din teqez dikin ku em mudexeleya Tirkiyê ya leşkerî di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de red dikin.

Em wê wek zêdegaviyek hovane li dijî serdestî û serxwebûna axa Sûriyê dihesbînin.”

Qiralê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz xîtaba xwe wiha bi dawî kir:

“Em ê alîkariya xwe bi gelê Sûriyê re bi rêya navenda Qiral Selman a xêrxwaziyê berdewam bikin.”

Leave a Reply

Back to top button