FESTÎVALA Ş. HOGIR YEKEMÎN CAR LI HERÊMA TEBQAYÊ HAT LIDARXISTIN

Çaremîn Festîvala Şehîd Hogir a Çand û Hunera Dicle û Firatê yekem car li herêma Tebqayê hate lidarxistin.

Çalakiyên festîvalê li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Tebqa hate lidarxistin.

Festîval bi silogana “Serî hilde, şer bike û Efrîn rizgar bike” ji aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava ve hatiye organîzekirin.

Tevî şêniyên herêma Tebqa, rêveberên sazî û rêxistinên wê şandeyên ciwanan ji Reqa, Dêrazor, Girê Spî, Minbic û Hesekêbeşdarî festîvalê bûn.

Di festîvalê de gelek axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn balkişandin li ser rewşa li herêmê û diyarkirin tenê bi yekgirtinê êrîş wê têk biçin.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku çaremîn Festîvala Şehîd Hogir 20’ê Cotmehê li Kobanê û 30’ê Cotmehê li Qamişlo hat lidarxistin.

Wê festîval 12’ê Mijdarê jî li Hesekê were lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button