Rêveberiya Xweser zarokekî Denîmarkî yê 11 mehê radestî hikûmeta wî kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk zarokekî 11 mehî radestî hikûmeta Danîmarkê kir.

Bi aramnca wergirtina zarok û piştî têkiliyên bi Rêveberiyê re, doh şandeyek ji Nûnerê Wezareta Derve ya Danîmarkê Krystofer Fyfek, Kordînasyonerê Polîsê Niştimanî yê Danîmarkê û bijîşk Henry Staw Serb derbasî Bakurê Sûrî bû.

Cîgira Hevserokatiya Buroya Têkliyên Derva Ebîr Elyna û endamên Rêveberiyê pêşwaziya şandeyê kir.

Piştî pişkinînên pêwîst ji aliyê bijîşk û teqezkirina ku ew zarokê çeteyekî DAIŞ’ê ye, belgeya radestkirinê ji aliyê herdû şandeyan hat îmzekirin.

Nûnerê Wezareta Derve ya Danîmarkê ji ajansa Hawarê re diyar kir ku, “Ev serdan bi kordîneya li gel Buroya Têkliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûrî re weke erkekî mirovî ji bo wergirtina zarokê bi şîr, pêk hatiye“

Leave a Reply

Back to top button