Ilham Ehmed: Komkujiyên li Bakurê Sûrî, berpirsiyartiya welatên gernator e

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed bang kir ku divê komên Dewleta Tirk bikevin lîsteya terorê û li ser kirinên xwe werin darizandin.
Ilham Ehmed ji hindirê kongresa Emerîkî destnîşan kir ku, ev komkujiyên pêk tên, berpirsiyatiya dewletên garantror di Sûriyê de ye.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed beşdarî komcivîneke Kongresa Emerîkî bû.

Ilham Ehmed ji raya giştî ya Emerîkî xwest ku, kuştina dewleta Tirk ji pêkhateyên bakur û Rojhilatê Sûrî re rawestînin û yên komkujî pêk anîn werin cezakirin û weke terorîst werin dîtin.

Wê di avahiya Kongresa Emerîkî “Kapîtol” de berpirsiyartiya hêsankirina dagirkeriya Tirk û qirkirina pêkhateyên Rêveberiya Xweser avêt ser milê dewletên garantor di Sûriyê de û Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî weke mînak nîşan da.

Ilham Ehmed:
Divê komên dewleta Tirk bikevin “lîsteya terorê”

Her wiha Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê bal kişand ser aramnca dewleta Tirk û destnîşan kir ku, Tirkiyê û çeteyên xwe, bi kirinên xwe dixwazin nasnameya herêmê biçewisînin û bi riya qirkirina etnîkî guhertina demografîk çêkin û bikin herêmeke Tirkî.

Ilham Ehmed ji civaka Navdewletî û Emerîka xwest ku, komên girêdayî Dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî werin derxistin û weke terorîst werin cezakirin.

Her wekî wê jî, bang kir ku, Dewleta Tirk jî ya ku bi riya çekên NATO piştgiriya van koman kiriye û komkujî pêk anîne, were cezakirin.

Ilham Ehmed:
Eger piştgiriya Rêvebriya Xweser neyê kirin, wê teror mezin bibe

Têkildarî prosesa siyasî ya ji bo Sûriyê û bi taybet Cenev Ilham Ehmed diyar kir ku, ev herêm nûnertiya rastiya Sûriyê dike û teror têk bir, lê belê tevî projeya MSD’ê yê niştîmanî jî, ew dûrî gavên Siyasî di “Cenev” de hat hiştin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê ev name di Kongresa Emerîkî da şand,” eger piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser neyê kirin, wê Tirkiyê careke din DAIŞ hilberîne û aramiya li herêm û Cîhanê bi metirsiyê.

Leave a Reply

Back to top button