Li Dîlokê hejmara girtiyan bû 19

Li Dîlokê ji 57 kesên ku hatibûn binçavkirin 6 rêveberên HDP’ê hatin girtin.
Bi vê yekê hêjmara kesên ku hatine girtin gihaşte 19’an.

Li Dîlokê ji 57 kesên ku di 14’ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin 10 kes derketin pêşberî dadgehê.

Îfadeya wan 13 saet dewam kir û paşê rêveberên HDP yên Dîlokê û navçeyên wê Mehmet Ozkan, Nafî Demîr, Guler Erat, Bîrcan Demîr, Kasim Şan û Nesîbe Çinar hatin girtin.

6 kesên girtî şandin girtîgeha Dîlokê.

Lêpirsîna 57 kesan ev hefteyekê dewam dike û heta niha ji 27 kesên ku derketin pêşberî dadgehê 19 hatin girtin.

29 kes hîn jî di binçavan de ne.

Ji aliyê din ve girtiya jin a bi navê Aysel Dalat, ku li zindana Wanê ye der barê binpêkirinan de ji Komeleya Mafê Mirovan a Wanê re nameyek şand û diyarkir ku li girtîgehê rastî eşkenceyê hatine û ji bo legerîna zatî zext li girtiyên jin kirine.

Leave a Reply

Back to top button