Dewleta Tirk çima dixwaze rêya M4 dagir bike?

Rêya M4 ku ji seranserê bakurê Sûriyê re derbas dibe, ji bo herêmê xwedî girîngiyeke mezin e. Dewleta Tirk a dagirker jî dixwaze vê rêyê dagir bike û dagirkeriya xwe ya li herêmê berfireh bike.

Ji 9’ê Cotmehê ve, dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî destpêkirin heta niha Tirkiyê bi israre ku rêya M4 bixe bin kontrola xwe.

Lê bi dagirkirina rêya M4 armanca dewleta Tirk çi ye?

Rêya M4 a navneteweyî yek ji rêya herî girîng ya li herêmê ye.

Di sala 1950’an de hat avakirin. Di salên 1980’î de Sûriye, Iraq û Tirkiye bi peravên Deryaya Spî ve girê da û bû weke pira aboriyê.

Rêya M4’an, ji sînorê Iraqê, Til Koçerê dest pê dike, ji bajarê Qamişlo, ji ser Hesekê, Dêrazor û Til Temirê re derbas dibe.

Ji Til Temirê jî derbasî Eyn Îsa, Minbic û Helebê dibe.

Dîsa ji Helebê derbasî Idlib û Serakipê dibe û bi rêya M5 ya navneteweyî re dibe yek.

Rêya M4 a di ser Serakipê re derbasî Lazikiyê-Deryaya Spî dibe, di heman demê de bi Rêya M5 a ku ji Hema derbasî Şam, Beyrut û Ammanê dibe jî bingehekê ava dike.

Ji sala 2015’an heta niha beşeke girîng ya rêya M4 di bin kontrola QSD’ê de ye.

Rêya M4, di navbera DYA-Rûsya û rejîma Sûriyê de jî bû xeta sînor.

Bi lihevkirina 30 KM ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, dewleta Tirk a dagirker dixwaze vê rêyê bixe bin kontrola dagirkeriya xwe.

Lewma gelek caran li ser vê rêyê, di navbera çeteyên dewleta Tirk û şervanên QSD’ê de şer rû dide.

Li herêma Firat, li ser xeta Girê Spî û Eyn Îsa êrîş zêde bûn, li herêma Cizirê jî li ser xeta Til Temirê êrîş pêk hatin.

Dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşên xwe dixwaze bandora dagirkeriya xwe ya li herêmê zêde bike, herêmên rêveberiya xweser ji hev qut bike û herêmên ku dagir kirine berfireh bike.

Leave a Reply

Back to top button