Li Silêmaniyê kampanya alîkariyê hat destpêkirin

Li Başûrê Kurdistanê desteka ji Berxwedana Rûmetê re her roj zêde dibe.
Navenda Heyva Sor a Kurd ya Silêmaniyê doh bi daxuyaniyek girseyî kampanyaya alîkariyê ya bi navê “Rojava Em Hemû Kirin yek” ragihand.

Kampanya alîkariyê bi beşdariya nivîskar, hunermend, jinên çalakvan û kesayetên ji Silêmaniyê bi daxuyaniyeke girseyî dest pê kir.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê Şêrko Heme Emîn ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi piştgirî û alîkariya madî û manewî heye.

Şêrko Heme Emîn destnîşan kir ku ji ber êrîşên dagirker û hovane yên dewleta tirk gelên li Rojava koçber bûne, zexmetiyên mezin dijîn û bang li her kesî kir ku erkên xwe bi cîh bînin û alîkarî pere û dermanan bikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihadin ku wê Navenda Heyva Sor a Kurd ya Silêmaniyê ji bo pêşwazîkirina alîkariyê rojane ji saet 10.00’ê sibehê heta 17.00’ê êvarî vekiriye be û kampanya hefteyekê dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button