KNK:DIVÊ KURD JI QEYRANA HEYÎ SUD BIGRIN Û YEKITIYA XWE AVA BIKIN

Kongreya Netewî ya Kurdistanê li ser pêkhatina yekîtiyê û rewşa herêmê li Ranya semînerek lidar xist.

Di semînerê de hat gotin:

Eger Kurd bi awayek lezgîn kongreya netewî li dar nexin, carek din derfetek bi vî awayî nakeve destê Kurdan.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê li pirtûkxaneya giştî ya Ranya li ser pêkhatina yekîtiyê û rewşa herêmê semînerek lidar xist.

Di semînerê de destpêkê mamostayê zanîngehê û endamê Hizba Demokrat a Kurdistanê İsmaîl Bazyar, li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê axivî û got:

Îro li Îranê gelê kurd di rewşek zehmet re derbas dibe.

Êrîşa li ser Koyê, şehîdên endamên PJAK û greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê, diyar buye ku divê gelê Kurd xwedî helwestek bin.

Mamostaya zanîngehê Hawjîn Mela Emîn jî nêrîna xwe wiah anî ziman:

Mixabin îro hizbên desthilat yên li Başûrê Kurdistanê, li ser îradeya gel xwe didin avakirin.

Pirsgirêk jî ewe ku ti axaftinek netewî û nîştimanî nîne.

Ev partî bi salane li cihê ku li ser ber pirsyartiya nîştimanî û xelkê Kurd bifikirin, alîkariya dijmin dikin.

Nûnerê HDP’ê yê li Başûrê Kurdistanê jî Abid İke axaftinek kir û got:

Şerê Kobanê karî hemû Kurdan li derdora hev kom bike û ew jî bi xwe avakirina yekîtiya netewî bû û wiha anî ziman;

Ger Kurd bi awayek lezgîn kongreya netewî li dar nexin, carek din derfetek bi vî awayî nakeve destê Kurdan.

Her wiha Nûnerê rêveberiya Rojavayê Kurdistan, yê li Başûrê Kurdistan Silêman Ereb jî li ser heman nêrîna xwe wiha anî ziman:

Îro sîstema xwe bi rêvebirina Rojavayê Kurdistanê mînakek zindiye û kariye hemû gel bi hevre jiyan bikin.

Hemû dewlet di qeyranê de ne, divê Kurd ji bo li darxistina kongreya netewî ji vê qeyranê sud bigrin.

Hemu cîhan dizane çeteyên DAIŞ bi destê Kurdan hatin şikandin, îro kurd xwedî projene, ger Kurd bi awayek hişyar gave bavêjin, ti welat nikare hemberî wan raweste.

Leave a Reply

Back to top button