Rêveberiya Xweser: Bila hêzên berpirsyar li dijî binpêkirina Tirkiyê ya agirbestê bisekinin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşa duh ku dewleta Tirk li gundeke Girê Spî pêk anî, ku tê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest da, şermezar kir û bang li hêzên berpirsyar kir ku li dijî binpêkirina dewleta Tirk ya agirbestê bisekinin.

 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî binpêkirina dewleta Tirk a agirbestê daxuyaniyek ji raya giştî re da.

Rêveberiya Xweser got ku êrîşa duh li gundê Qirinfil a Girê Spî pêk hat û tê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest da, binpêkirineke ber biçav ya agirbest û qanûnên navdewletî ye.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku ev êrîş dide xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze gelên herêmê birtirsîne ji bo warên xwe berden û guhertineke demografîk li herêmê pêk were.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang hêzên berpirsyarê pêkanîna agirbestê ne kir, di serî de Emerîka û Rûsya ku li dijî van kriyarên dewleta Tirk bisekinin.

Her wiha bang li Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û raya giştî hat kirin ku li dijî binpêkirin û qirkirina li pêşiya çavên hemû cîhanê çêdibe, bikevin tevgerê.

 

Leave a Reply

Back to top button