Rêveberiya Xweser 3 zarokên DAIŞ’î radestî Brîtanyayê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 zarokên DAIŞ’î yên ji nasnameyên Brîtanî radestî Wezareta Derve ya Brîtanyayê kir.

Şandeyek ji Wezareta Derve ya Brîtanyayê bi armanca ku 3 zarokên DAIŞ’î yên ji nasnameyên Brîtanî werbigire hate Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şande ji nûnerê Brîtanya yê ji bo Sûriyê Martin Lingden û enadmên Wezareta Derve ya Brîtanyayê pêk dihat.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer diyar kir wan li gel şandeyê re rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin.

Ebdulkerîm Umer anî ziman ku wan ji bo vegera koçberan a li warê xwe pêşniyar kiri da ku di civîna di navbera Tirkiyê, Fransa, Brîtanya û Almanyayê de were nîqaşkirin ku tê payîn 4’ê Kanûnê pêk were.

Rêveberiya Xweser her wiha zarokê çeteyên DAIŞ’ê yê 11 mehî radestî şandeyeke hikûmeta Danîmarkayê kir.

Nûnerê Wezareta Derve ya Danîmarkayê diyar kir ku weke erkekî mirovî ye zarokê welatiyê Danîmarkî wergirtine.

Leave a Reply

Back to top button