Meclisa Jinan a Sûriyê hewldana kuştina Lîna Ebdul-wehab şermezar kir

Meclisa Jinan a Sûriyê hewldana kuştina endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşrojê Lîna Abdulwehab şermezar kir.

Meclisa Jinan a Sûriyê têkildarî hewldana kuştina siyasetmedar Lînda Abdulwehap daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir.

Meclisa Jinan a Sûriye bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê re bûyer şermezar kir.

Meclisa Jinan bibîrxist ku Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat şehîdxistin û destnîşna kir ku êrîşa li dijî Lîna Ebdulwehab berdewamiya sûcên şer ya dewleta Tirk û çeteyên wê ye.

Meclîsa Jinan diyar kir ku van rojên ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê di rojevê de ye jin rastî şîdetê tên û bang li saziyên navnetewî kir ku li dijî sûcên şer û dagirkeriya dewleta Tirk biseknin û berpirsyariyên xwe bi cîh bînin.

Çeteyên dewleta Tirk 20’ê Cotmehê de li Dêra Zorê êrîşî mala endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Lîna Ebdulwehab kiribûn û hewl dan wê bikujin.

Di encamê de Lîna Abdulwehab bi giranî birîndar bûbû.

Leave a Reply

Back to top button