Êrîşa Tirkiyê ya li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî DAIŞ’ê zindî kir

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Oleg Seromolotov ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê yên reviyan, dikarin rêya vejandina rêxistina DAIŞ`ê pêk bînin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Oleg Seromolotov diyarkir ku bi êrîşa dewleta Tirk a li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî ve sedan çeteyên DAIŞ’ê ji zindanan reviyan e.

Serootov dazanîn ku ev bi xwe re ji nûve zindîbûna DAIŞ’ê anî. Ji bo vê mijarê ew bi Amerîkayê re di nav danûstandina de ne.

Seromotov ji bo pêşiya xeteriya DAIŞ’ê wer girtin diyarkir ku ewê nehêlin ku şer carekdin li Bakûr û Rojhilatê Sûrî pêk were.

Di vê derbarê de, di raporeke Pentegon’ê de jî hatibû diyarkirin ku piştê êrîşên dewelta Tirk ê li ser herêmê liv û tevgera DAIŞ’ê zêdebûyê û DAIŞ hewildide xwe ji nûve rêxixtin bike da ku bikaribe êrîşan bike.

Leave a Reply

Back to top button