Endamê Rêveber ê Kampa Waşûkanî Fayiz Îbrahîm ragihand ji ber êrîşên dagirker yên dewleta Tirk li herêmê pêla koçberiyê dewam dike.
Fayiz Îbrahîm ji bo koçber karibin vegerin cih û warên xwe, xwest ku hêzên navdewletî berpirsyariyê bigirin û bibin garantor.
Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hezaran şênî ji cih û warê xwe koçber bûn û niha li kamp û dibistanan de tên bicihkirin.
Endamê Rêvebir ê Kampa Waşokanî Fayiz Îbrahîm, têkildarî pêlên koçberiyê diyar kir ku heta niha hezar û 349 koçber li kampê hatine bi cih kirin.
Fayiz Îbrahîm ragihand ku şêniyên heremê ji bo vegera cih û warên xwe garantorek navdewletî dixwazin.
Îbrahîm diyar kir ku niha jiyana bi sedan ji şêniyên ku herêmên wan dagirk bûne di xetereyê de ye.