Êrîşên çeteyên dewleta Tirk- Heleb 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 31 jî birîndar bûn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî taxên bajarên helebê topbaran kirin.
Di encam de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 31 sivîl jî birîndar bûn.

Çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran taxên bajarê Helebê ku sivîl li wan dimînin topbaran kirin.

DI encama topbaranê de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da…di nav de 3 sivîl ên taxa Selah El Deîn di otmbêla xwe de şewitîn.

Her wiha derdora 31 sivîl jî ji ber topbaranê birîndar bûn.

Topbaran li ser taxên Zehra, Heleb El-Cedîda, Furqan û Selah El-Dîn pêk hat.

Ev dîmenê ku li ser malperên civakî hatiye belavkirin jî yê 3 sivîlên ku di otombêla xwe de ji ber topbaranê şewitîne.

Ev dîmen, weke ku li ser malperên civakî hatiye belavkirin, yê taxa Selah El-Dîn a Helebê ye.

Leave a Reply

Back to top button