Boykotkirina malên Tirkî li Başûrê Kurdistanê 120 kargeh aktîv kirin

Li herêma Başûrê Kurdistanê, boykotkirina malên Trikî didome, ev pîşesaziya Herêmê bi pêş dibe. Tenê di nava meh û nîvê de zêdetirî 120 kargeh li herêmê dest bi kar kirine û aktîv bûne.

Serokê Rêxistina Kargehên Herêma Başûrê Kurdistanê Bextiyar Ehmed eşkere kir ku piştî destpêkirina boykota malên Tirkî zêdetîrî 120 kargehên warên cuda dest bi kar kirine.

Ji vane ji sedê 35 li Silêmaniyê, ji sedê 30 Hewlêr û ji destê 35 jî parêzgeha Dihokê ne.

Piştî ku dagirkeriya Tirk di 9’ê Cotmehê de li dijî Bakurê Sûriyê dest bi êrişan kir, li Başûrê Kurdistanê pêngava boykotkirina malê Tirkî destpê kirin û heta niha jî berdewam dike.

Her wiha ji ber boykotê xwesteka li ser berhemên navxweyî zêde bûn.

Leave a Reply

Back to top button