Têkoşîn û çalakiyên gêrîlayên HPG û YJA-STAR, yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk didome. Gerîla TV dîmenê çalakiya 24’ê Cotmehê ya li Şemzînanê weşand.
Navenda Ragihandin û çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyeke agahî û dîmenê çalakiya ku gerîlayan di 24’ê Cotmehê de lidarxistibûn parvekir.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê,
Gerîlayan 24’ê Cotmehê di çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di navbera qereqolên Mêrgê û Museka ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê de, li dijî kepçeyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker ya ku rê çêdikir çalakiyek lidarxist.
Gerîlayan darbeke serkeftî lê xistin, kepçeya zirxî bi temamî hatiye rûxandin.
Di çalakiyê de bi qasî ku tespitbû, lekşerek jî hate kuştin.