Rejîma Îranê amadekariya dervekirina xwepêşandêran dike

Xwepêşandanên piştî biryara bilindkirina nirxê benzînê li Îranê destpê kirî didome. Behsa bi sedan mirî tê kirin, rejîmê amaje pê kir ku dibe gelek mirov werin darvekirin.

 

Xwepêşandanên li Îranê ya piştî bilindkirina nirxê benzîn destpêkirî didome.

Piştî ku çalakiyan destpêkir bi rojekê li 31 eyaletan, biçûk mezin li 1100 navendan çalakî berbelav bûn.

Di van çalakiyn de tê gotin ku heta niha 128 kes hatine kuştin

Rêxistina Navnetewî ya Efûyê jî got 106 kes hatin kuştin.

Li gorî jêderên Mucahîdên Gel ên sirgûnkirî jî 251 kes hatin kuştin, 3700 kes birîndar bûne û 7 hezar kes hatine destgîrkirin. Heman jêderkan lîsteya 85 çalakgerên ku hatine kuştin belav kirin.

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Îranê û Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Husameddîn Aşna li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyarkir ku dibe gelek kes werin darvekirin.

Her wiha rojnameya Keyhan a bi ser lîderê dînî yê Îranê Hamaney ve jî bi nûçeyeke xwe manşêtê piştrast kir ku hazirî ji bo darvekirinan tê kirin.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close