
Çalakiya nobeda azadiyê li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di hefteya 333’an de ye.
Komek ji bajarê Bordo nobeda vê hefteyê dewr girt.
Di hefteya 333’an a nobedê de Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê wê li Strasboûrgê li hev bicivin û çalakiyeke mezin bikin.
Çalakgeran diyarkirin ku agahî ji rêber Ocalan nayê girtin û ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê CPT xwestin bikeve nava liv û tevgerê .
Bi navê koma ji bajarê Bordeaûx ê Fransayê daxuyaniyek hate dayin.
Di daxuyaniyê de helwesta CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê DMME hate şermezarkirin û hate gotin:
“CPT lal, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî ker bûye ev yek ne ya qebûlkirinê ye.
Di dawiyê de bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku bi xurtî tevlî çalakiya mezin a li ber Konseya Ewropayê dest pê dike bibin.