“Free Burma Rangers” li koçberên Girê Spî alîkarî belav kirin

Rêxistina Free Burma Rangers li koçberên kantona Kobanê alîkarî belav kir. Li aliyekî din Meclîsa bajarê Qamişlo jî bi alîkariya komûnan hewil dide ku pêdiviyên 960 malbatên koçber yên li bajêr bi cîh bîne.

Rêxistina Free Burma Rangers îro hevkariya Buroya Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê li koçberên ku ji Girê Spî hatine û li bajarê Kobanê bi cih bûne, 100 parên xwarinê belav kirin.

Hat diyarkirin ku rêxistina FBR wê di rojên pêş de tevî alîkariya xwarinê wê pêdiviyên din jî li koçberan belav bike.

Ji destpêka êrîşên dewleta tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî 925 malbatên ji Girê Spî li bajarê Kobanê bi cîh bûne.

MECLISA BAJARÊ QAMIŞLO PÊDIVIYÊN 960 MALBATAN BI CIH TÎNE

Li Kantona Qamişlo jî hemû pêdiviyên koçberan meclîs û komûn bi cîh tînin.

Meclîsa bajarê Qamişlo bi alîkariya komûnan hewil dide ku pêdiviyên 960 malbatên koçber yên li bajêr bi cîh bîne.

Leave a Reply

Back to top button