Tirkiyê zêdeyî 40 kesî ji aliyê Serê Kaniyê ve derbasî herêmên dagirkirî kirin

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmên ku dagir kirine dewleta Tirk a dagirker zêdeyî 40 kes ji aliyê sînorê Serê Kaniyê ve derbasî Serê Kaniyê kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk hê jî hewildanên xwe yên guhertina demografiya herêmên ku nû dagir kirine, didomîne.

Çavdêriyê destnîşan kir ku niştecihên bakurê Sûriyê li bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê tên veguhistin.

Hat zanîn ku zêdyî 40 kesî bi riya sînorê Serê Kaniyê derbasî herêmên ku nû hatine dagirkirin bûne û li xaniyên şêniyên resen ku di encama şer de koçber bûne bi cih bûne.

Kesên ku navên xwe li gel artêşa Tirk tomar dikin ji Cerablusê derbasî Tirkiyê dibin û ji wir li cihên ku nû hatine dagirkirin, tên şandin.

9’ê Cotmeha borî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kirin.

Di encamê de bi hezaran sivîl neçar bûn ku ji war û malên xwe koç bibin.

Niha jî û ji bo guhertina demografiya herêmê, dewleta Tirk malbatên çeteyên xwe li herêmên ku dagir kirine bich dike.

Leave a Reply

Back to top button