Li Emerîka Pêşnûmeya qirkirina ermenan dengdana pêşnûmaya qirkirinê dîsa hat estengkirin

Pêşnûmeya der barê qirkirina Ermenan de ku berê li Meclîsa Nûneran a Emerîkayê hatibû erêkirin, cara duyemîn hate astengkirin.
Piştî Graham, vê carê jî senator Davîd Perdue dengdana pêşnûmeyê asteng kir.

Li Senatoya Emerîkayê Pêşnûmeya ku qirkirina li dijî Ermenan a di 1915’an de ji aliyê Tirkan ve pêk hatibû bi awayekî fermî qebûl dike, careke din hate astengkirin.

Piştî ku senatorê komarparêz Lîndsey Graham di 13’ê Mijdarê de tevlî hevdîtina Erdogan a li Emerîkayê bûbû, ev pêşnûma asteng kiribû, vê carê jî ji heman partiyê senator Davîd Perdue dengdana peşnûmeyê asteng kir.

Senator Perdue weke sedema paşvexistine, îdîa kir ku niha ne dema dengdanê ye.

Senatorê demokrat Robert Menendez daxwaz kiribû pêşnûmaya ku pêşkêş kiriye li senatoyê bikeve dengdanê.

Yek ji rêxistina bi bandor a Ermeniyan a derveyî welet Komîteya Netewa Ermenî ya Emerîkayê bang kir ku ji bo pêşnûme bikeve dengdanê zext li senatoran were kirin.

Di 29’ê Cotmehê de di Meclîsa Nûneran a Emerîkayê de pêşnûmeya derbarê qirkirina Ermenan de ketibû dengdanê û bi 405 dengên erê û 11 dengên na hatibû redkirin.

Leave a Reply

Back to top button