Rêjîma Sûrî û balafirên Rûsî Idlib bombebaran dikin

Hêzên rejîma Sûrî û balafirên Rûsyayê îro danê sibê Idlîbê bombebaran kirin.
Hat diyarkirin ku “hêrêma bê çek” a Idlibê nêzî 50 caran hate bombebarankirin.

 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê îro danê sibê herêmên bajarokê Kefirnibil yê Idlibê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan, balafirên Rûsî, Kekaya Secnê, Meriyan, derdora Şinan, Mera Hirmê, Neqîr, Fetîrê, Mişêrfê û Fercê yê li gundewarên başûr û rojhilatê Idlibê 24 caran bombebaran kirin.

Hêzên rejîmê jî cihên li El-Tînê, Mişêrfê, Sehal, Til Dem, Mera Hirmê, Kefir Secnê, Şêx Mistefa, Erînbê, Moqê û Amiriyê yê li başûr û rojhilatê Idlibê û rojhilatê başûrê wê bombebaran kirin.

Her weha hat diyarkirin ku li êniyên Kebanê li Cebel El-Ekrad, Kirkat li çiyayê Şehşibo û Mişêrfê yê li başûrê rojhilatê Idlibê di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên Tirkiyê de bi çekên giran şer rû da.

Tevî hevpeymana agirbestê ya bi garantoriya Rûsya û Tirkiyê, li Idlîbê şer û bombebaran di demên dawî de zêdetir bû.

Leave a Reply

Back to top button