Dewriyeyên Rûsî-Tirkî li Başûrê navçeya Dirbêsiyê geriya

Dewriyeya hevbeş a artêşa Tirk a dagirker û polîsên leşkerî yên Rûsî îro li navçeya Dirbêsiyê dest pê kir.

Derwriyeyeke hevbeş a Rûsya-Tirkiyê ku ji 4 wesaîtên zirxî yên Rûsyayê û 4 wesaîtên zirxî yên artêşa Tirk a dagirker pêk dihat, vê sibê ji gundê Şêrik ê rojavayê Dirbêsiyê dest bi gera xwe kir.

Dewriya li 18 gundên başûrê Dirbêsiyê geriyan.

Gundên ku dewriye lê geriyan e wiha ne:

Şêrik, Delîk, Melik, Qîrewan, Kogundî, Berke, Berkevirê, Sêbîrke, Til kembir, Qêntir, Sosorkê, Heremreş, Cidîdê, Kerbetlî, Xinamiyê, Til Kidîş, Şam El-Sor û Qermanî ye.

Piştî ku dewriyeyê gera xwe bi dawî kir, vegeriya aliyê din ê sînor.

Li gorî lihevkirina Soçî ya di navbera Rusya û dewleta Tirk de dewriyeyên hevbeş ev cara 10’emîn e li herêmê û cara 4’an e ku li Dirbêsiyê pêk tên.

Weke her carê îro jî dema dewriya geriya şêniyên Dirbêsiyê kevir û sol avêtin wesaîtên dagirkeran û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

 

Leave a Reply

Back to top button