Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Odeya Aborî û Bazirganiyê ya herêma Firatê kel û pelên Tirkiyê boykot kirin.
Endamên Odeya Aborî û Bazirganiyê ya herêma Firatê bi daxuyaniyeke piştgiriya xwe ji bo boykotkirina kelû pelûn Tirkî ragihandin.
Di daxuyaniya Odeyê de ev tişt hate gotin:
Em wek Odeya Bazirganî û Aboriyê li dijî êrîşên dewleta tirk a li ser hermê bê beriv namînin.
Em kirîn û firotina malên tirkiyê wek alîkariya şerên li dijî sivêlên Bakûr û Rojhilatên Sûrî digrin dest.
Her lîreyek li banka Tirkiyê zêde bibe, dê li dijî me bibe bombeyek.
Ji bo wî jî em wek Odeya Bazirganî ya kantona Kobanê boykotkirina kel û pelên Tirkiyê bi temamî radigihînin.
Herwiha Odeyê bang li tevahî gel û bazirganên herêma Firatê kir ku tedbîrên pêwîst di vê der barê de bigirin da ku pereyên wan nebin gule û neavêjin sînga zarokên wan.