BERNAMEYA ÇALAKIYÊN XWE YÊN JI BO 25’Ê MIJDARÊ EŞKERE KIR

Meclisa Jinan a Minbicê bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe, eşkere kir.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Meclisa Jinan ji aliyê berdevka meclisê Ibtîsam Ebdilqadir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, em ê beşdarî nav çalekiyan bibin ku tundiya li ser jinan were bidawîkirin.”

Çalakiyên meclisa jinan wiha ne:

1- 5 semînerên pênasekirin û pêşxistina hişmendiya jinan dê bêne lidarxistin.

2- Dê 10 civîn ji jinên bajêr û gundewaran re bêne lidarixistin.

3- Xwepêşandaneke girseyî bi beşdarbûna jinên ciwan dê were lidarxistin.

4- Belavokên taybet bi vê boneyê dê bêne belavkirin.

5- Di şeva 25’ê Mijdarê de sînevîzyonek dê li bajêr were pêşandan.

Di dawiyê de bang li hemû jinan hate kirin ku hevgirtina xwe xurt bikin û ji bo pêkanîna wekheviya jin û mêran têkoşîna xwe bilind bikin û tundiya li ser jinan bi dawî bikin.

Leave a Reply

Back to top button