Komxebata Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi dawî bû.

Di dawiya Komxebata Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê de hat teqezkirin ku, êrîşên Dewleta Tirk li ser wekheviya di Rêvberiyê de ye..

Komxebat di çarçoveya çalakiyên 25 Mijdarê li bajarê Qamişlo bi slogana “Bêdengiya we me dikuje” pêk hat û tê de mijarên mirovî, hiqûqî û siyasî hatin nîqaşkirin.

Rêvebera Meclisa Edaleta Jinan Mizgîn Paşa sûcên dagirkeriya Tirkiyê yên derheqê jinan de di aliyê hiqûqî de destnîşan kir.

Mizgîn Paşa anî ziman ku armanca sereke ya van êrîşan şkandina îradeya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û ji sedemên vê yekê jî vedigere ku Rêveberiya Xweser azadiya jinan û wekheviya herdu zayendan esas digire.

Mijara sêyemîn a komxebatê ji aliyê Hevserokê MSD’ê Emîna Umer ve hate şîrovekirin û tê de behsa tundiya siyasî kir.

Emîna Umer destnîşan kir ku kêmbeşdarbûna jinan a di warê siyasî de mafên wê dixe xeteriyê.

Her wiha Umer banga avakirina dadgeheke adil ji bo şopandina sozên civakî û siyasî yên girêdayî jinan kir.

Di dawiyê de bang li jinên siyasetmedar û activist hat kirin ku ji bo pêxistina rola jin di siyasetê de bixebitin.

Leave a Reply

Back to top button