Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî gelek çeteyên DAIŞ’ê reviyan û xwe avêtin hembêza dewleta Tirk.
Belçîka ragihand ku 9 jinên DAIŞ’i û 12 zarokên welatiyên Belçîkî ku ji Sûriye reviyane berê xwe dan Tirkiye.
Serokwezîra Belcîka Sofî Wîlmos diyar kir ku ji dema êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî dest pê kirine 9 jinên Belcîkî yên DAIŞî û 12 zarok ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî reviyane.
Berî niha jî buroya Serdozgeriya Giştî ya Federal a li Brukselê ragihand ku
2 jinên DAIŞ’î yên bi navê Tatiana Wielandt û Buşra Abouallal tevî 6 zarokên xwe piştî êrîşên dewleta Tirk ji kampên li Bakur û Rojhilatê Sûrî reviyane û xwe radestî Tirkiye kirine.
Dadgehên Belçîkî meha borî biryar girtibûn ku bi sedema ku endamên rêxistina terorê ne li her du jinan 5 sal ceza were birrîn.
Hat diyarkirin ku Dozgeriya Federal a Belçîkî wê ji Tirkiye bixwaze ku jinên DAIŞ’î radestî wan bike.