Rejîma Sûrî gundê Stratejîk Mişêrfe bi dest xist

Rejîma Sûrî bi piştevaniya balafirên şer ên Rûsyayê li Idlîbê operasyonên xwe yên li dijî çeteyên dewleta Tirk dewam dike.
Di operasyonên dawî de gundekî stratejîk bi dest xist.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku rejîma Sûrî piştî şerekî dijwar li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, gundê Mişêrfe yê başûr-rojhilatê Idlibê bi dest xist.

Di vê derbarê de rejîmê bi dehan moşekan herêmên çeteyên dewleta Tirk yê li gundewarê Idlibê kir hedef.

Hin gundên ku hatine topbarankirin ev in:

Tîna, Sehal, Burc, Til Dem, Ebû Şerqî, Şêx Mistefa û Til Nar

Li aliyekî din çavdêriyê diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê êrîş birin ser herêmên Mearet Hirme û Dar Kebîr yê li gundewarê Idlibê yê Başûr.

Her wiha herêma Kebaneyê ya li gundewarê Lazqiyê jî bombebaran kir.

Leave a Reply

Back to top button