Rêveberiya Kampa Waşûkanî dest bi amadekirina binesaziya kampê kir

Rêveberiya Kampa Waşûkanî dest bi amadekirina binesaziya kampê kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo koçberan li bajarê Hesekê kampa Waşûkanî vekir.

Rêveberiya kampê bi hevkariya Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan dest bi xebata amadekirina binesaziya kampê kir.

Di vê çarçoveyê de li kampê tevî çêkirina rê, binêsaziya ava vexwarinê, xwaringeha giştî, torên kanalîzayonê û nuqteyên serşokên sereke werin çêkirin.

Şêwirmendê Rêveberiya Kampan a Herêma Cizîrê Rojhat Elî anî ziman ku ji li kampê pêdiviyên koçberan bi cîh bînin ew ê bi her awayî bikevin nav hewldanan.

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji ber êrîşên dagirker yên dewleta Tirk heta niha zêdetirî 300 hezar kes koçber bûne.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close