Gaziyên Şer: Bi rihê hevrînan xwe bi rêxistin bikin

Federasyon Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûrî bang li hemû jinan kirin ku xwe bi rêxistin bikin û bi rihê Hevrîn, Amara û Avesteyan li dijî tundiya li ser jinan tevlî pêvajoyê bibin.

Federasyon Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li ser Jinan, daxuyaniyeke nivîskî da.

Gaziyên şer diyar kirin ku di şerên dagirkeriyê de herî zêde jin tên hedef girtin ev jî tirsa dijmin ya li hemberî jina azad diyar dike.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin:

“Di dîrokê de jin êşên pir mezin kişandine û heya niha jî dibe qurbanî.

Îro Bakur û Rojhilatê Suriye di nava hêzên hegemon de bûye qada şer.

Bi fermana Erdoganê faşîst artêşa Tirk herî zêde bi çêkên qedexekirî zarokan û jinan qetil dike.”

Gaziyên şer diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên xwe de gelek jin kuştin û destdirêjiya li ser cenazeyên şervanên YPJ’ê kirin.

Gaziyên jin di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinan kirin ku li ser esasê Îdeolojiya Rizgariya Jin xwe birêxistin bikin û weha gotin:

“Divê hemû jin bi rihê Hevrîn, Amara û Avesteyan li dijî tundiya li ser Jinan tevlî pêvajoyê bibin.”

Leave a Reply

Back to top button