LI ŞENGALÊ BANGA YEKBÛNA ÊZIDIYAN HAT KIRIN

Rêveberiya Şengalê piştî civîna xwe ya ku duh pêk anî ya ji bo tifaqa Êzidiyan, îro jî civiya û 3 komîte ji xwe re ava kirin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo tifaqa Êzidiyan pêk bîne û xwe bixwe birêve bibe, duh civîneke li dar xist.

Di civîna hevbeş ya sazî, partî, rêxistin, serok eşîr û rûspiyên Şengalê jî di têde amadebûn, gelek biryar hatibun girtin.

Hate gotin ku wan di vê civînê de bixwe rêveberiya Şengalê diyar kiriye.

Îro jî meclîsê civîna yekem ya xwe li darxis.

Di civînê de Komîteyên Têkiliyên ji Derve û Têkiliyên Navendî û Çalakiyan hatin avakirin.

Di derbarê civînê de Serokê Desteya Rêveber a Şengalê Faris Herbo axivî.

Faris Herbo got:

“Di hemû komîteyên hatîn amade kirin de nûnerên Şîe, Êzidî, Ereb û endamên partiyên siyasî yên Êzidî hene.

Ev komîte wê Êzidiyan bîne ba hev ji bo tifaqa Êzidiyan pêk were.”

Leave a Reply

Back to top button