Motorsklêtek bombebarkirî li taxeke Hesekê hat bê bandorkirin

Dewriyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Hesekê di dema gera xwe de, motorsklêteke li aliyê rêya ku sivîl têde pir in nêzî çarxerêya Basil li taxa Xiwêran hatibû seknandin, guman li ser hebû, ferq kir.

Piştî lêkolîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tîmeke taybet bi karê mayînan gihişt cihê ku hatî bibîrxistin.

Piştî şopandinê, hat diyarkirin ku motorsklêt bi zêdetirî 5 kg ji madeya TNT`ê bombebarkirî ye û bi rêya cîhazekî kontrolkirinê ji bo teqandinê, hatiye amadekirin.

Berê ku motorsklêt were bêbador kirin û xeterî were rakirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê behsa mijarê dorpêç kirin û sivîl jê dûrxistin.

Leave a Reply

Back to top button