Kongra Star: Qetilkirina jinan qetilkirina jiyan ê ye

Kongra Star û Kombûna Jinên Zenûbiya bi daxuyaniyê cûda sûcên kuştina jinan şermezar kirin û gotin;
Kuştina jinan kuştina Jiyanê ye.
Di daxuyaniyan de bang li rêxistinên jinan hate kirin ku doza kuştina jinan bikin armanca xwe ya sereke.

Tevger û Rêxistinê Jinan yên li herêmê bûyerên kuştina jinan ku di demên dawî de zêde bûne bi daxuyaniyên cûda şermezar kirin.

Kongra Star a Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê bûyerên kuştina jinan şermezar kir û got:

”Ji bo rê li beramberî avakirina civakek bi zanista jin were girtin, jin têne kuştin.

Kuştina jinan tinekirina jiyanê ye.

Kongra Star bang li aliyên peywendîdar kir ku kesên ev sûc kirine bi rengekî tund werin cezakirin.

Her wiha Kongra Star a bajarê Qamişlo jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Kongrê kuştina jinan hate şermezar kirin û wiha hate gotin :

Jin çavkaniya jiyana azad e, ji ber wê bê azadiya jinê , civak azad nabe û xweza xweşik nabe.

Kuştina jinê tê wateya kuştina berxwedan û tekoşîna wê ya dîrokî.

Kongra Star ragihand ku wê li hemberî van sûcan bê helwest nemînin û xeta berxwedan û tekoşînê bi felsefeya
azadiya jin bilind bikin û ev bang kir:

”Pêwîst e hemû tevger , sazî û rêxistinên jinan doza kuştina jinan bikin armanca xwe ya sereke.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Divê jin werin parastin

Bi heman armancê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Kantona Dêra Zorê û Reqayê jî sûc û kiriyarên li dijî jinan şermezar kirin.

Di her du daxuyaniyan de, bûyerên kuştina jinan li Qamişlo, Tirbespiyê û Dirbêsiyê hatin bibîrxistin û wiha hate gotin:

Ev bûyer di demekê de ku jinan destkeftiyên dîrokî bi dest xistine rû didin.

Di demekê de jin gihaştiye pêvajoyeke dîrokî ya têkoşîna xwe, gelek destkeftî bi dest xistin û xwe amade dike ku tev li hilbijartinên şaredariyan ên herêmê bibin, ev bûyer rû didin.

Meclisan da zanîn ku divê rê li ber sûcên tundiya li dijî jinan bê girtin û bang li saziyên têkildar kir ku lêpirsînekê derbarê bûyeran de bidin destpêkirin û bi lez sucdaran darizinîn.

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê kuştinên jinan şermezar kir

Back to top button