HPG: Li Rojavayê Zapê kepçeya dagirkeran hate bêkêrkirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li kepçeya dagirkeran xistin û bêkêr kirin.
Dewleta Tirk a dagirker jî 6 caran qadên gerîla bi çekên kîmyewî bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla ev agahî parve kir:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, 12’ê Gulanê, kepçeya dagirkeran hate bêkêrkirin.

13’ê Gulanê jî bi çekên nîv otomatîk destwerdanî tevgera dagirkeran hate kirin.”

Dagirkeran 6 caran qadên gerîla bi çekên kîmyewî bombardiman kir

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di heman rojan de 6 caran Girê FM û Girê Amediyê bi teqemeniyên qedexekirî bombebarankirin.

Her wiha herêma Xakurkê, Metîna û Zapê 10 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button