“jin wê li dijî her cure şidetê li ber xwe bidin”

Koordînasyona PJAK’ê derbarê 25’ê Mijdarê de daxuyanî da û diyar kir ku jin wê li dijî her cûre şîdet û faşîzmê bi hişmendiya xwe parastinê li ber xwe bidin.
Tevgera Jinên Êzîdî jî bang li hemû jinan kir ku li dijî êrîşên li ser Şengal û Rojavayê serî hildin.
Her weha Tevgera Jinên Azad-TJA’yê anî ziman ku ew ê li dijî her cûrê şîdeta desthilatdariya AKP li qadan bin.

PAJK: JIN WÊ LI DIJÎ HER CURE ŞIDETÊ LI BER XWE BIDIN

Koordînasyona PAJK’ê bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinê daxuyanî da, bal kişand ser êrîşên li dijî Şoreşa Rojava û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber bûye hêviya gelên cîhanê êrîşî Şoreşa Jinê dike.

PAJK’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ku dijminahiya jinê dike, di şexsê Hevrîn Xelef de siyasetmedarên jin, di şexsê şervana YPJ Amara de berxwedêrên jin, di şexsê Dayika Aqîde de jî dadmendiya jinê kiriye hedef.

PAJK’ê destnîşan kir ku li dijî hemû êrîşên desthilatdariya mêr jin li her derên cîhanê wê bi hişmendiya xweparastinê li ber xwe bidin û dîktatoriya Erdogan têk bibin.

LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI SER ŞENGAL Û ROJAVA SERÎ HILDIN

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî-TAJÊ jî diyarkir ku ew ê li dijî qirkirin, kuştin û her cûrê şîdetê yê li ser jinan bi jinên li Rojava û hemû jinên cîhanê re yek bin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.

TAJÊ destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi êrîşên li ser Rojava komkujiyên DAIŞ’ê dubare bike û bang li NY û YE kir ku li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û vê dagirkeriyê rawestînin.

TAJÊ bi wesîleya 25’ê Mijdarê bang li hemû jinan kir ku li hemberî êrîşên li ser Şengal û Rojava serî hildin.

TJA: EM Ê LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê LI QADAN BIN

Tevgera Jinên Azad- yê jî diyar kir xeta têkoşînê ya ku bi hezaran jinên cîhanê li dijî faşîzma li ser jin û gelan ava kiriye îro di şexsê Hevrîn Xelef de li Rojava bi têkoşîna azadiya jinê berbiçav bûye.

TJA’yê destnîşan kir ku di dema desthilatdariya AKP-MHP’ê tundiya li dijî jinê, zayendîparêzî û faşîzm gihaştiye asta herî jor, lê ew ê li dijî van êrîşan li gel milyonan jinên cîhanê bi rêxistinî têbikoşin û 25’ê Mijdarê li qadan bin.

Leave a Reply

Back to top button