Parlementoya Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava kampanyayek alîkariyê da destpêkirin

Desteya Serokatiya Parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê li avahiya parlamenê kampanyayek alîkariyê da destpêkirin. Wê alîkarî 3 rojan bidome.

Li ser navê Desteya Serokatiyê, Cîgirê Seroka Parlamenê Hêmin Hewramî daxuyanî da û ragihand komkirina alîkariyê yek ji wan 12 xalên ku parlamenê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê pesend kiriye.

Parlamenter û Seroka Komîsyona Çavdêrîkirina Kampanyayê Lîza Felekedîn Kakeyî jî diyar kir ku wê kampanya 3 rojan dewam bike.

Kampanya wê tenê di nava avahiya parlementoyê de be û hemû parlamenter û karmend beşdar bibin.

Piştî kampanya bi dawî bû wê têkildarî alîkariya hatiye komkirin û şêwazê rêkirina alîkariyê daxuyaniyeke çapameniyê were dayîn.

WELATÎ DIKARIN BI NUMREYA (07707000629) ALÎKARIYA ROJAVA BIKIN

Ji aliyê xwe ve jî Rêveberên Kampanyaya Sarêj li Silêmaniyê ragihand ku şênî dikarin bi rêya numareya (07707000629) ya telefonê alîkariyê bidin Rojavayê Kurdistanê.

Her wiha li tevahî Başûrê Kurdistanê xelk dikarin li navendên asiacell û ofîsa Heyva Sor a Kurd jî beşdarî kampanyaya alîkariyê bibin.

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close