“Perwerdeya bi Kurdî li malan destpê kir îro mufredata xwe ava kir”

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hec Elî bal kişand ser pêşketinên li qada perwerdeyê ya bi şoreşê re û got:
“Perwerdeya bi zimanê dayikê ku li malan bi kûrsan destpê kir îro mufredata xwe ava kir.”

Sîstema perwedeyê ya ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re li Rojava bi kedeke mezin hate afirandin, heta giha vê astê gelek zor û zehmetî dît.

Pêvajoya perwerdeyê ya ku li malan bi korsên dizî destpê kir di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi mufredata xweser bi 3 zimanan dewam dike.

Semîra Hec Elî: Rejîma Baasê Sîstemeke Perwerdeyê ya bi yek alî dimeşand

Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hec Elî li ser mijarê axivî.

Semîra Hec Elî bi bîr xist ku beriya Şoreşa Rojava rejîma Baasê sîstemeke perwerdeyê ya bi yek alî dimeşand.

Semîra anî ziman ku wê demê kesekî ne ji partiya Baasê bûya nikarîbû biçûya zanîngehê.

Semîra Hec Elî: Di dema 19’ê Tîrmehê de me dest bi karên ji bo Perwerde û Ziman kir

Hevseroka Komîteya Perwerdeyê Semîra Hec Elî ragizand ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re pêvajoyeke avakirina tevahiya sîstemê destpê kir.

Semîra Hec Elî: Di 19’ê Gulana 2012’an Konferansa SZK’ê li Amûdê hate lidarxistin

Semîra Hec Elî diyar kir ku di 19’ê Gulana 2012’an konferansa SZK’ê li Amûdê hate lidarxistin.

Semîra destnîşan kir ku ji dema avabûna Rêveberiya Xweser heta vê demê pêvajoya perwerdeyê bi salan bi pêş ket.

Semîra Hec Elî: Sîstema me Sîstemeke Demokratîk e

Semîra Hec Elî destnîşan kir ku sîstema wan sîstemeke demokratîk e.

Back to top button