“Bila gelê me nehêlin PDK rê li ber vegera wan bigire”

Endamên Saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kirin ku bi vegera gel re wê Şengal xurtir bibe û ev bang li Koçberên li Kampan kirin:
“PDK ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî rê li ber vegera gel digire.
Bila gelê me nehêlin PDK rê li ber vegera wan bigire.”

Civaka Êzidî 10’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi hêvî û bendewariya vegera hemû koçberên li kampên Başûrê Kurdistanê pêşwazî dike.

Bi bangawaziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û biryarên hikumeta federal a derbarê girtina kampan de, bi hezaran malbat xwe amade kirine ku beriya salvegera fermanê vegerin ser axa xwe.

Bi vî awayî dixwazin bersiva herî xurt bidin fermanê û dijminên Şengalê.

“PDK ji bo berjewendiyên xwe rê li ber vegerê digire”

Endam û Rêvebirên Saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bang li hemû Êzidiyên li kampan kirin ku guh nedin rêgiriya PDK’ê û berê xwe bidin Çiyayê Şengalê.

Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Mirad Şengalî anî ziman ku vegera gel a Şengalê wê hêza civaka Êzidî xurt bike û got:

“PDK ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî rê li ber vegera gel digire

Bila gelê me nehêlin ku aliyên siyasî rê li ber vegera wan bigirin.”

“Em ê li Şehîdên 73 Fermanan bibin xwedî”

Endama TAJÊ Nafiya Mêşo jî bal kişand ser giringiya Çiyayê Şengalê ji bo hebûna Êzidiyan û wiha got:

“Li derveyî Çiyayê Şengalê cihekî me nîne.

Em dikarin li ser cih û warê xwe bi serbilindî bijîn.

Em ê li şehîdên 73 fermanan bibin xwedî û careke din axa xwe nedin destê dijminan.”

“Eger Şengal biçe îtîbar li Êzidiyan namîne”

Endamê PADÊ Şemo Qasim jî diyar kir ku erd û milkên ti kesî nabin yê kesekî din û got:

“Tiştê ku di destê Êzidiyan de maye Şengale, eger Şengal jî biçe îtîbar li Êzidiyan namîne.”

Back to top button