Li Pakistanê êrîş: 4 kes mirin

Li herêma Wezîristana Başûr a li eyaleta Xaber Paktunkwa ya Pakistanê ji ber moşeka ku ji balefireke bêmirov hat avêtin, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarê polîsan Hidayet Ullah derbarê êrîşa li herêma Wezîristana Başûr a Pakistanê ya ser bi Afganîstanê de daxuyanî da.

Ullah diyar kir ku ji balafireke bêmirov moşek ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatiye avêtin.

Hidayet Ullah anî ziman ku li gor tesbîtên ewil di êrîşê de zarok jî di nav da 4 sivîl mirin û derbarê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Welatiyên herêmê jî bi hilgirtina cenazeyên kesên ku li nêzî kampeke leşkerî jiyana xwe ji dest dane, êrîş şermezar kirin.

Rayedarên hikûmetê heta niha derbarê nasnameya berpirsên êrîşê de ti daxuyanî nedane.

Back to top button