Cotkaran bang li Rêveberiya Xweser kir ku bihayê kirîna ceh diyar bike

Xebatê çinîna genim li herêmê didome.
Cotkar bi kêf xweşî muwsimê xwe berhev dikin.
Lê li kêleka vê jî çav û guhê wan li Rêveberiya Xwesere gelo wê kengê nirxê musîma îsal diyar bike.
Ji ber li nava bazaran careke din keysbaz hene û hewil didin nirxê berhemên cotkaran bi erzanî bikrin.
Cotkaran bang li rêveberiyê dikin ku nirxê ceh û genim êdî diyar bikin.

Li herêma bakur û Rojhilatê Sûriyê cotkaran dest bi çinîna muwsimê xwe kirine.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî nirxê kirîna genim û ceh eşkere nekiriye.

Hemûd Îsmaîl: Divê Rêveberiya Xweser bihayê kirîna ceh li sûkê wek genim diyar bike

Cotkarê bi navê Hemûd Îsmaîl ê ji gundewarê Girê Spî ya kantona Firatê derbarê nirxê kirîna genim û ceh de axivî.

Îsmaîl diyar kir ku bazirgan bi kêfa xwe bi bihaya ceh û genim dilîzin.

Li herêmê her bazirganek li gor kêfa xwe bi bihaya ceh û genim dilîze.

Em neçar mane ku çawa mewsimê xwe bifroşin.

Ez bang li Rêveberiya Xweser dikim ku bihayê kirîna ceh li sûkê wek genim diyar bikin da ku bazirgan keysbaz nekin.

Di wextekî hîna nirxê ceh û genim diyar nebûyî de, keysbaz ketine tevgerê.

Li bazaran hewil didin berhemên cotkaran bi nirxên erzan bikirin.

Çavên cotkaran jî li hêviya Rêveberiyê ne.

Ehmed Mihemed: Divê Rêveberiya Xweser bihaya kirîna ceh bi rêya komîteyên pispor diyar bike

Ehmed Mihemed jî da zanîn ku bihayê kirîna genim li sûkê hindik e.

Pêwîst e aliyên berpirs ên Rêveberiya Xweser bihayê kirîna ceh bi rêya komîteyên pispor diyar bike.

Lê heta niha Rêveberiya Xweser bihayê kirîna ceh diyar nekiriye.

Di 24’ê Adarê de biryara /2/ derxist.

Li gorî wê derxistina ceh ji bo derveyî herêmên Rêveberiya Xweser bi rêya deriyên fermî erê kir.

Par, Rêveberiya Xweser nirxê her kîloyek genim bi 43 sentên Amerîkî eşkere kiribû.

Wê demê Rêveberiyê bêtirî milyonek ton genim ji cotkaran kirî.

Îsal jî ji ber ku baran baş bariya û berhemên bisûd derketiye, tê payîn ev rêje hîn bêtir bibe.

Back to top button