111 MALBATÊN DIN JI KAMPA HOLÊ HATIN DERXISTIN

Rêveberiya Kampa Holê beşa 7’an a koçberan ku ji 366 kesan pêk dihat ji kampê derxistin.

Rêveberiya kampa Holê li gorî biryara Rêveberiya Xweser vegera koçeran ji malên wan re û bi kefaleta rûspiyan, beşa 7’an ji kampê derxist.

Rêveberiya kampê 111 malbatên ji Reqayê ku ji 366 kesên ji bajar pêk dihat ji kampê derxistin.

Rêveberiyê ji bo derketina wan wesayît amade kirin û li Reqayê wê ji aliyê rûspiyên eşîran ve bêne wergirtin.

Koçbera bi navê Rîm Mihemed kêfxweşiya xwe ya bi derketina ji kampê anî ziman.

Li gorî berpirsên kampê, heta niha 2 hezar û 500 kes vegeriyane malên xwe.

Leave a Reply

Back to top button