
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra îro jî êrîşên xwe yên li ser gundên Eyn Îsayê bi dijwarî dewam kirin. Şervanên QDS’ê bi berxwedaneke mezin êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser gundên bakur rojavayî Eyn Îsayê şikandin û gundê Seyda jî ji dagirkeran paqij kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra ji saetên destpêkê yên êvarî ve bi dijwarî êrişî gundên Mueleq û Wastayê yên bakur rojavayî navçeya Eyn Îsayê kirin.
Şervanên QSD’ê bersiva êrişan dan û çete neçar kirin ku paş de birevin.
Hate ragihandin ku balafirên keşfê kampa Eyn Îsayê û gundên derdora wê bombebaran dikin.
Li derdora gundê Seyda tevgera tankên dagirkeran hebû, her wiha balafirên keşfê li ser heremê bênavber geriyan.
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê amadekariyên êrişên li ser kampa Eyn Îsa û rêya navdewletî (M4) dikin.
Her wiha tevgera tankên çeteyan li gundê Xalidîyê jî hebû.
QSD’Ê GUNDÊ SEYDA YÊ EYN ÎSAYÊ RIZGAR KIR
Danê êvarê Şervanên QSD`ê gundê Seyda yê rojavayî kampa Eyn Îsayê, ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê paqij kirin.
JINAN BAREGEHEK ÇETEYAN LI GIRÊ SPÎ ŞEWITANDIN
Çavkaniyekî ji bajarê Girê Spî ya hatî dagirkirin diyar kir ku şêniyên taxa Cisir a bajarê Girê Spî bargeheke çeteyan şewitandin.
Li gorî agahiyan 3 çeteyan ji ber şewatê mirin e.