22 welatên endamên Komkara Erebî ji bo çareseriya pirsgirêka Filîstinê civiyan û daxuyaniyek hat parvekirin.
Di daxuyaniyê de endamên Komkara Erebî daxwaz kirin ku hêzên aştîparêz ên navneteweyî li herêmên Filistînê yên di bin dagirkeriya Îsraîlê de bên bicihkirin.
22 welatên endamên Komkara Erebî daxwaz kirin ku hêzên aştîparêz ên navneteweyî li herêmên Filistînê yên di bin dagirkeriya Îsraîlê de bên bicihkirin.
Di “Deklarasyona Manama” de hat weşandin, banga “parastina navneteweyî û bicihkirina hêzên aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî li herêmên dagirbûyî yên Filistînê heta pêkanîna çareseriya dudewletî” hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêxistina Rizgariya Filistînê ya di bin serokatiya Fetih de wek “yekane nûnerê rewa yê gelê Filistînê” tê dîtin û bang hat kirin ku “hemû komên Filistînê di bin sîwana Rêxistina Rizgariya Filistînê de bibin yek.”
Amerîka jî reforma piştî şer a Rêveberiya Xweser a Filistînê ku navenda wê li Ramallah a li Şerîa Rojava ye û avakirina rêveberiyek di bin kontrola vê pêkhateyê de pêşbîn dike.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu israr dike ku heta ku Hemas bi temamî têk biçe, kontrol di destê Îsraîlê de bimîne.
Netanyahu jî li dijî wê yekê ye ku Rêveberiya Xweser a Filistînê ku weke muxatabê civaka navneteweyî tê dîtin, kontrol bike.
Serokwezîrê Îsraîlê bi hewla dirêjkirina şer ji bo parastina kursiya xwe tê tawanbarkirin.
Îsraîlê di Şerê Şeş Rojan de di sala 1967’an de herêmên Filistînê yên Şerîeya Rojava, Qudsa Rojhilat û Şerîda Xezayê bi dest xist.
Îsraîl pişt re bi fermî Qudsa Rojhilat dagir kir û lez da siyaseta xwe ya berfirehkirina wargehên Cihûyan li Şerîa Rojava.
Li gorî hiqûqa navneteweyî, erdên Filistînê yên dagirkirî û cihûwarên cihûyan ên li Qudsa Rojhilat û Şerîa Rojava neqanûnî tên dîtin.



