Bertekên li dijî biryara doza Kobanê zêde dibin.
Di vê çarçoveyê de KCDK-E, KCÊ-E û Kongra Star bi daxuyaniyên cûda bertek nîşanî cezayên giran ên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de li siyasetmedaran hat birîn dan û gotin:
“Dewleta Tirk tola têkçûna DAIŞ’ê ji siyasetmedarên Kurd hiltîne.
Li hemberî van biryarên bi ruhê DAIŞ’ê tên dayîn, ya herî rast ew e ku bi ruhê Kobanê xeta berxwedanê ya demokratîk bê pêşxistine.”
Bertekên li dijî biryara doza Kobanê zêde dibin.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropayê (KCDK-E) derbarê doza Kobanê de daxuyaniyek da.
KCDK-E cezayên giran ên Doza Kûmpasê ya Kobanê de li siyasetmedaran hatine birîn weke ‘qirkirina siyasî’ bi nav kir û got:
“Dewleta Tirk ji ber têkçûna DAIŞ’ê xwest her kesên ku xwedî li berxwedana Kobanê derketine, bi operasyonên qirkirina siyasî ceza bike.
Li tevahiya cîhanê gelê Kurd û dostên wan li dora berxwedana Kobanê hevgirtineke mezin raber kirin. Bi vê yekê tifaqa AKP-DAIŞ têk çû.”
KCDK-E: Em doza Kobanê weke îflaskirina dewleta Tirk bi nav dikin
KCDK-E anî ziman ku ew biryarên qirkirina siyasî nas nakin û got:
“Em Doza Kobanê weke îflaskirina dewleta Tirk di her wateyê de bi nav dikin.
Em ê zêdetir xwedî li azadiya Rêber Apo derkevin û li dijî her curê qirkirin û komkujiyê têkoşîna xwe mezin bikin.”
KCÊ-E: Tirkiyê tola têkçûna DAIŞ’ê ji siyasetmedarên Kurd hiltîne
Her wiha Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) jî derbarê heman mijarê de daxuyanî da û got:
“Dewleta Tirk tola têkçûna DAIŞ’ê ji siyasetmedarên Kurd hiltîne.
Li hemberî van biryarên bi ruhê DAÎŞ’ê tên dayîn, ya herî rast ew e ku bi ruhê Kobanê xeta berxwedanê ya demokratîk bê pêşxistine.”
Kongra Star: Dewleta Tirk li ser dek û dolaban hatiye avakirin
Meclîsa Kongra Star jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî vê yekê da û got:
“Di doza Kobanê de careke din hat diyarkirin ku bingehê dewleta Tirk a faşîst û edaleta wê li ser dek û dolaban hatiye avakirin.
Ev hişmendiya faşîst a xwe dispêre hişmendiya AKP-MHP’ê êdî ji bo cîhanê bûye xeteriyekî mezin û tirkî û Rojhilata Navîn ber bi tarîbûn ê ve dibe.
Em ê heta dawiyê li piştî xeta siyaseta demokratîk û azad bin.”



