Li bajarê Girê Spî çeteyên dewleta tirk a dagirker ku li hemberî jinan destdirêjî pêkanîn rastî nerazîbûna gel hatin.
Şêniyên Girê Spî baregeha çeteyên ku destdirî kiribûn şewitandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, li Girê Spî, çete û leşkerên dewleta tirk a dagirker doh li Taxa Cisir a bajêr li dijî jinên taxê destdirêjî pêk anîn.
Gel li dijî vê kiryarê bertek nîşanda û baregeha ku çete lê diman şewitandin.
Hat diyarkirin ku di encama şewatê de 3 çete mirin e.
Çeteyên dewleta Tirk li bajarên weke Efrîn, Cerablûs, Bab û Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin gelek caran heman kiryar pêk anîbûn û ev mijar gelek caran di rojevê de cîh girtibû.