Rejîma Sûrî 2 bajarokên Idlibê xist bin kontrola xwe

Rejîma Sûrî piştî bajarokê Um el-Xelaxîl, li herêmê bajarokê Zerzûrê jî xist bin kontrola xwe.
Li bajarê Ezazê jî motosîklêtek bombebarkirî teqiya û 2 kes mirin.

Li bajarokê Zerzûrê îro di saetên sibê de, di navbera artêşa rejîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk de şerekî dijwar rû da.

Di encamê de artêşa rejîma Sûrî bajarokê Zerzûrê yê 20 km dûrî bajarê Mearet el-Numan e xist bin kontrola xwe.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ji her du aliyan, gelek kuştî û birîndar hene.

Berî vê bi çend saetan rejîma Sûrî bajarokê Um el-Xelaxîl jî xistibû bin kontrola xwe.

Li Ezazê teqînekê rû da
2 kes mirin, gelek jî birîndar bûn

Li aliyekî din jî, îro li bajarê Ezazê yê di bin dagirkeriya Tirkiyê de, motosîklêtek bombebarkirî li nêzî Goristana Şêx Seîd hat teqandin.

Di encamê de 2 kes mirin û gelek jî birîndar bûn.

Heta niha ti kes berpirsyariya teqînê ne girtiye ser xwe.

Leave a Reply

Back to top button